TAYIP TEMEL: EM LI BENDE NE KU ÎLHAM EHMED TEV LI KONFERANSA LI STENBOLÊ BIBE
Cihgirê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tayip Temel got ku ew li bende ne ku Hevseroka Gerînendeya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî beşdarî Konferansa “Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” ya li Stenbolê bibe.
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê di 6-7ê Kanûnê de li Stenbolê Konferansa “Aştî û Civaka Demokratîk a Navneteweyî” li dar bixe. Tê payin ku ji Kurdistan, Tirkiye û gelek welatên cîhanê kesayetên navdar beşdarî konferansê bibin. Di konferansê de dê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku ji aliyê Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin bê nîqaşkirin. Ji Bask heta Afrîkayê, ji Kazakistan û heta Belçîkayê gelek kes dê beşdarî konferansê bibin, her wiha rêxistina Sînn Feîn a Îrlandayê jî dê beşdarî konferansê bibe.
Tayip Temel da zanîn ku ew di nava hewldan û xebatê de ne ji bo ku Hevseroka Gerînendeya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî beşdarî konferansê bibe û axaftina xwe wiha domand: “Heger mercên wê pêk werin dê Îlham Ehmed li ser navê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê tev li konferansê bibe, lê hegere nikaribe were, dê peyamekê bişîne yan jî bi telekonferansê beşdar bibe.
29/11/2025