TRUMP NAMEYEK JI ŞERI’ RE ŞAND

Kanal8 03/12/2025

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack, nameyek ji Ehmed Şeri’ re şand.

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şeri’ pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack kir.

Şeri’ peyameke nivîskî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump wergirt, ku tê de piştgiriya xwe ji bo rêveberiya nû ya Sûriyê tekez kir.

Di peyama xwe de, Trump got, "Ehmed tu dê bibî rêberekî mezin û Amerîka dê di vê yekê de alîkariya te bike," her wiha berdewam got “ew difikire ku Şeri’ dê karekî baş bike û baweriya wî pê tê.” 

Trump wêneyekî xwe yê bi Şeri’ re ku di dema civîna wan a hefte berê de li Qesra Spî kişandibûn bi nameyê ji Şeri’ re şand.

Li gorî ajansa nûçeyan a Sûrîyeyê (SANA), Serokê Hikûmeta Veguhêz Şeri’ roja Duşemê li Şamê bi amadebûna wezîrê derve yê Sûrîyê EsedŞeybanî, pêşwaziya Tom Barrack kir da ku pêşhatên dawî yên li herêmê û mijarên girîng ên hevbeş nîqaş bikin.

Kanal8

03/12/2025