MEHMET UÇUM: PÊVAJO DI QONAXA HERÎ GIRÎNG DE YE

Kanal8 07/12/2025

Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê got, “Yên ku berê bi rêya terorê nikarîbûn bigihijin armancên xwe bila nekevin nav wan xeyalan ku dê bi rêya demokrasiyê bigihijin.”

Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum di nivîsa xwe ya roja şemiyê de bi sernava  "Di rêya Tirkiyeya Bêteror de Rê ji Siyaseta Sabotajê Tineye" parvekiriye, dibêje, çarçoveya yekbûna bi dewlet û civakê re diyar e, naveroka wê zelal e û nabe ti esaseke dewleta neteweyî were gotûbêjkirin.

Uçum da zanîn, yên difikirin ku ew dikarin yasaya pêvajoya veguhez û perspektîfa pêşxistin û bihêzkirina demokrasiyê bi kar bînin da ku wateyên berevajî bidin daxuyaniya Ocalan a 27ê Sibatê û ji bo planên parçekirina Tirkiyeyê bi rêya yasa û demokrasiyê bingehekê biafirînin, wê têk biçin.

Uçum tekez jî kir ku pêvajoya derbasbûnê di qonaxa herî girîng de ye, ji ber vê yekê jî sabotajên fikrî û rasteqîn ên sîstematîk derketine holê û eşkerekirin û bêbandorkirina sabotajkaran jî, bûye yek ji mijarên herî girîng.

Serşêwirmendê Serokomarê Tirkiyeyê derbarê rewşa dawî ya pêvajoyê jî diyar kir ku Komîsyonê xebatên xwe yên rûniştinê bi serdana Îmraliyê re bi dawî aniye, niha tê payîn ku bi raporeke berfireh perspektîfeke hiqûqî-polîtîk pêşkêş bike û şert û mercên derbarê rêziknameyên qanûnî yên pêvajoya veguhez werin danîn û got, “Em niha di qonaxa herî girîng a pêvajoya veguhez de ne, divê bala me li ser vê be.”

Kanal8

07/12/2025