LI ÇEMÇEMALÊ LEHÎ RABÛ
Kanal8 09/12/2025
Li bajarokê Çemçemalê ji ber lehiyê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest da.
Rêya sereke ya di navbera Kerkûk û Çemçemalê de ji ber barana zêde hatiye girtin.
Ji ber lehiyê gelek xanî û kargeh zirar dîtine, li hin deveran heta metreyekê bilind bûne û siware di bin avê de mane.
Rêya sereke ya di navbera Kerkûk û Çemçemalê de ji ber lehiyê hatiye girtin, ku bûye gerebalix û sedema astengiyên trafîkê.
Wezareta Tenduristiyê ya Silêmaniyê ji KANAL8ê re ragihand ku di lehiyên Çemçemalê de du welatiyan jiyana xwe ji dest daye.
Yekî ji ber hilweşîna dîwar jiyana xwe ji dest da û yê din jî ji ber lehiyê xeniqî. Her wiha lehiyê xaniyê niştecihekî wêran kir.
Kanal8
09/12/2025