PÊLEKE BERFÊ BAKURÊ WELÊT DAYE BER XWE
Kanal8 15/12/2025
Saziya av û hewayê ya Tirkiyeyê hişyarî da ku dê li 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê du roj berf bibare.
Saziya av û hewayê ya Tirkiyeyê, pêşbîniya rewşa av û hewayê ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê weşandin.
Li gorî pêşbîniyan, îro û sibe li 12 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berf dê bibare.
Li gorî pêşbîniyê li Çanakale, Enqere, Elih, Sêrt, Erzîngan, Erzirom, Dêrsim, Çorum, Mûş, Agirî, Qers û Bedlîsê barîna berfê wê 2 rojan dewam dike û wê bandorêke zêde li wan navçana bike.
Tê payîn ku bandorên pêla berfê ji roja Çarşemê pê ve qels bibin.
Rêveberiya av û hewayê ya Tirkiyeyê ragihand ku germahî dê li seranserê welêt ji du heta çar pileya dakeve.
Kanal8
15/12/2025