AHMET TURK BERTEK NÎŞANÎ ALÎGIRÊN BURSASPORÊ DA
Ahmet Turk, bertek nîşanî heqaretên alîgirên Bursasporê li Leyla Zanayê kirin da û got: “Ev heqaret li me hemûyan hatiye kirin. Heqaret li Kurdan hatiye kirin, gef li Kurdan hatiye xwarin. Ev, nîşaneya nîjadperestiyê ye.”
16ê Kanûnê di lîstika navbera Somaspor û Bursasporê de alîgirên Bursosporê di trîbûnên stadê de dijûn û heqaretên kirêt li siyasetmedara Kurd Leyla Zanayê kirin.
Dîmenên wan dijûn û gotinên kirêt li ser medyaya civakî belav bû û vê yekê bertekên mezin li oey xwe anîn û piştgiriya ji bo Leyla Zanayê jî her ku diçe mezin dibe.
Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk derbarê mijarê ji Ajansa Welat re axivî.
Ahmet Turk, got: “Ev heqareta li Leyla Zanayê hatiye kirin, li dijî me hemûyan hatiye kirin. Ev heqaret li dijî me ye. Heqareta li dijî Kurdan e.
Ev heqaret nîşaneya nijadperestiyê ye. Nijadperestiyê xwe di vê heqareta giran de raxist ber çavan û da nîşandan. Me wek gelê Kurd tu carê, tu wextê li dijî miletekê din tu heqaret nekiriye, me tu demê kîndarî û nefretê nîşan nedaye.
Em tu carî neketin nav kîndariyê. Lê îro di şexsê Leyla Zana de ku navek tê zanîn û naskirin, heqaret li dijî me hemûyan hate kirin. Em vê heqaretê li ser xwe dibînin. Em vê heqareta wan alîgiran şermezar dikin.”
18/12/2025