BAHÇELÎ: JI BÎR NEKIN KU OCALAN DAXWAZA SERBESTBERDANÊ NEKIRIYE
DEM partiyê ji bo azadkirina Ocalan dê mitîngekê li dar bixe û Devlet Bahçelî jî dibêje ku “lidarxistina mitîngê ne pirsgirêk e, lê ji bîr nekin ku Ocalan daxwaza azadkirina xwe nekiriye.”
Di 4ê meha bê de DEM partiyê dê li Amedê mitîngeke girseyî li dar bixe û daxwaza serbestberdana rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan bike.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî di bersiva pirsa rojnamevanekî de got ku “ti aliyên neyînî yên lidarxistina mitîngê tine ne, bila bicivin û daxwazên xwe pêşkêş bikin, lê ez hêvî dikim ku ew ji bîr nekin Ocalan di daxuyaniya xwe ya 27ê Sibatê de daxwaza serbestberdana xwe ji girtîgehê nekiriye.”
Serokê MHPyê hişyarî jî da û got: “Her helwesteke DEM partiyê û aliyên ser bi PKKyê ve, berevajî banga Ocalan be; dê bibe sedema têkçûn an jî birêveçûneke giran a pêvajoyê.”
Bahçelî di 22ê Cotmeha 2024an de gotibû, “heger Ocalan banga bidawîkirina PKKyê û bêçekkirina wê bike, divê derî ji wî re bê vekirin da ku ji mafê hêviyê sûdê werbigire.”
19/12/2025