YAŞAR GULER: DIVÊ HSD’YÊ BI AWAYÊ TAKEKESÎ ENTEGRE BIBIN, NE WEKE KOMEKÊ

Kanal8 20/12/2025

Wezîrê Parastinê ya Tirkiyeyê Yaşar Guler derbarê entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li nav Artêşa Sûriyeyê got ku: “Planên me ji bo her curegeşedan amade ne. Pêwîst e ew bi awayekî takekesî entegre bibin, ne wek komekê. Heger wisa nebe, jê re entegrasyon nayê gotin.”

Wezîrê Parastinê Yaşar Guler di civîna salane ya nûnerên saziyên medyayê re li Enqerayê civiya û bersiva pirsên li ser mijara entegresyona HSDyê da.

Dema ku li ser mijara entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bo nav Artêşa Sûriyeyê pirs jê hate kirin, Guler wiha got: “Di hevdîtinên me yên bi rayedarên Sûriyeyê re, em helwesta wan a li ser entegrasyona HSDyê dibînin û fêm dikin. Em ji bo her geşedanê amade ne. Em tam dizanin ku divê em çi bikin. Hêza me heye ku tiştê ku me heta niha kiriye, em bikin. Lê belê, ji bo misogerkirina yekîtî û yekparçeyiyê, hikûmeta nû ya Sûriyeyê dê pêşî însiyatîfên pêwîst bi pêş ve bixe û em ê piştgiriyê bidin vê yekê jî.”

Guler diyar kir ku “gotûbêjên bi Amerîkayê re li ser yekbûnê jî berdewam dikin û nêrînên wan bi awayekî berbiçav guherîne. Hevalên me yên Amerîkayî niha rastiyê zelaltir dibînin û nelihevkirinên me yên li ser vê mijarê kêm dibin. Me bi zelalî diyar kiriye ku em çi dixwazin. Em ê gavan bi paş de neavêjin. Ew ê tekez di nav Artêşa Sûriyeyê de bên entegrekirin. HSD jî behsa entegrasyonê dike, lê ew behsa entegrasyona wekî komekê dikin. Pêwîst e ew bi awayekî takekesî bên entegrekirin, ne wekî komekê. Wekî din, jê re nayê gotin entegrasyon.”

Dema ku ji Guler hat pirsîn ka dê çi bibe Heger Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tev li Artêşa Sûriyeyê nebin, wî got: “Dema ku me li Sûriyeyê ji sala 2016an û vir ve operasyonên xwe dimeşandin, Amerîka li wir bû, Rûsya jî li wir bû. Me tiştê ku diviyabû bê kirin bêyî ku em ji kesî bipirsin, kir û me ew bi dawî anî. Di dema pêş de, heger pêwîst be, em ê tiştê ku divê bê kirin bêyî ku em ji kesî bipirsin bikin.”

Kanal8

20/12/2025