BIRÊVEBERÊ BANKA NAVENDÎ YA SÛRIYEYÊ, DIRAVÊN NÛ RADIGIHÎNE

Kanal8 28/12/2025

Civîna rojnamevanî ya Birêveberê Banka Navendî ya Sûriyeyê Ebdelqader Husriye ji bo ragihandina rênimayên cihbicihkirina diravê nû yê Sûriyeyê li Şamê dest pê kir.

Husriye di civînkonferansa xwe de, ev xal anîn zimên:

"Diravê nû; encama xebatên sazûmanî yên hevkar in.

Diravê nû gaveke giring a bihêzkirina baweriyê bi stratejiya aborî ya Sûriyeyê re ye.

Banka Navendî di dîzaynkirin û weşandina diravê de, standardên zelaliya navneteweyî li ber çavan girtiye.

Diravên nû li gorî pîvanên pîşeyî û berpirsyarane; destpêkeke nû ji bo paşeroja aboriya Sûriyeyê nîşan dide.

Em serxwebûna Banka Navendî ji bo parastina aboriya neteweyî piştrast dikin.

Pîvana pêvajoya guherandina diravê pêwîstiya wê bi jêbirina du sifiran hebû, da ku 100 lîreyên Sûriyeyî bibe lîreyeke Sûriyeyî.

Pêvajoya pevguhertina pereyan di 01ê Çileya sala nû de dest pê dike.

Pêvajoya pevguhertina pereyan bi tevahî belaş e.

Hemû danûstandinên Banka Navendî dê di destpêka salê de bi diravê nû yê Sûriyeyê bin

Em bang li welatiyan dikin ku di dema niha de herdu diravan bi kar bînin û dest ji diravê kevn bernedin heya diravê nû cihê xwe bigire.

Pêwîst e ku firoşkar hemû bi herdu diravan qebûl bikin."

Kanal8

28/12/2025