JI BER LEHÎ Û BARANÊ 12 KES MIRIN
Kanal8 01/01/2026
Li Efxanistanê di sê rojên dawî de ji ber berf û lehiyê 12 kesan jiyana xwe ji dest da û 11 kes birîndar bûn.
Li Efxanistanê di sê rojên dawî de ji ber berf û lehiyê 12 kes jiyana xwe ji dest dan û 11 kes birîndar bûn û gelek xanî di bin avê de man.
Li gorî Tolonews a li Kabîlê, Berdevkê Rêveberiya Karesatên Neteweyî yê Afganistanê, Muhammed Yusuf Hamad, li ser vê mijarê daxuyaniyek da.
Hamad diyar kir ku di sê rojên dawî de li parêzgehên cuda yên welatê wî 2 kes ji ber berf û lehiyê jiyana xwe ji dest dane û 11 kes jî birîndar bûne.
Her wiha, Hamad destnîşan kir ku ji ber lehiyê 274 xanî wêran bûne û 1558 xanî jî beşek di bin avê de mane.
Kanal8
01/01/2026