KARASÛ: LI TIRKIYEYÊ ZEMÎNA DARBEYÊ HERTIM HEYE

Kanal802/01/2026

Endamê Konseya Birêveber a KCKyê Mustefa Karasû ragihand ku "heta ku pirsa Kurd neyê çareserkirin, dê zemîna derbeyê ji ber dijminatiya Kurdan hertim hebe."

Karasû di hevpeyvînekê de bi Ajansa nûçeyan a Firatê re ragihand ku "heta ku pirsa Kurd neyê çareserkirin, hin derdor wê timî xwe weke dijminên Kurdan nîşan bidin û hewl bidin zemîna darbeyê li Tirkiyeyê biafirînin."

Endamê Konseya Birêveber a KCKyê da zanîn ku "li Tirkiyeyê ji bo darbeyê hertim behane hene. Behaneya bingehîn a darbeya 12ê Îlonê jî, zêdebûna xwesteka azadiyê ya Kurdan û birêxistinbûna wan a bi vê armancê bû, wiha jî hinek bêzar dibin ku pirsa Kurd ketiye rojevê. Ji ber vê jî, ev kesên li derdor; xwe weke hêza ku vî welatî nedin parçekirin nîşan didin û bi vî rengî dixwazin bibin xwedî hêz."

Mustafa Karasû tekez kir ku "heta ku pirsa Kurd neyê çareserkirin, dê hertim li Tirkiyeyê zemînek hebe ku bibe sedema darbeyê."

Kanal8

Fri Jan 02 2026

Loading related news...