ELZAHIR: EM ÎRO FERMÎ DEST BI GUHERÎN Û BELAVKIRINA DIRAVÊ NÛ YÊ SÛRIYEYÊ DIKIN

Kanal8 03/01/2026

Cihgirê Birêveberê Banka Navendî ya Sûriyeyê Muxlis Elnazir, der barê diravê Sûriyeyî yê nû li ser hesabê xwe yê Xyê daxuyaniyek da.

Elnazir ragihand ku îro dest bi belavkirina û guherîna diravê nû yê Sûriyeyê dikin.

Elnazir got ku: “Bi destûra Xwedê, piştî çend mehan ji amadekariyên berdewam û di baldariyeke xurt; îro em bi fermî pêvajoya guhertina lîreya Sûriyeyê dest pê dikin.”

Elnazir pê de çû û got: “Ji serê sibê ve, nûnerên bankayên taybet û kompanyayan berê xwe dane şaxên Banka Navendî yên li parêzgehan da ku lîreya nû bigirin.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Lîreya nû dê ji îro pê ve li nav bazarê be û li ber destê welatiyan be.”

Kanal8

03/01/2026