DANÛSTANDINÊN SÛRIYE Û ÎSRAÎLÊ DÎSA DEST PÊ DIKIN
Medyaya Amerîkayê ragihand, îro berpirsên Sûriye û Îsraîlê li Parîsê li hev kom dibin da ku ji nû ve danûstandinên gihiştina rêkeftina ewlehiyê dest pê bikin.
Malpera Axiosê diyar kir, rêveberiya Trump zextê li herdu aliyan dike da ku bigihin lihevkirineke ewlehiyê da ku sînorê herdu welatan aram bibe û dibe ku gavek be ji bo asayîkirina têkiliyan.
Li gorî Axiosê Nûnerê Serokê Amerîkayê yê ji bo Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack serperşetiya danûstandinan dike û dê navbeynkar be.
Axiosê da zanîn, tê pêşbînîkirin danûstandin li Parîsê dewam bikin û ji aliyê Sûriyeyê Wezîrê Derve Esed Şeybanî amade dibe û her wiha kesayetên Îsraîlî yên nû jî tevlî danûstandinan dibin.
Ev gera pêncemîn a di navbera herdu aliyan de ye, lê ji du mehan ve herdu welatan danûstandin rawestandibûn.
05/01/2026