RAPIRSIYA YEKEM A SALÊ; CHP JI SEDÎ 5 LI PÊŞ AK PARTIYÊ YE
Li gorî rapirsiya dawî ya ku li Tirkiyeyê hatiye kirin, CHP bi rêjeya ji sedî 34.30 di rêza yekem û AK Partî jî bi rêjeya ji sedî 29.72 di rêza duyem de ye.
Di anketeke telefonên desta de ku ji aliyê Navenda Lêkolînê ya Gundemar ve di navbera 20-26ê Kanûna 2025an de bi 2,365 kesan re li 60 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hatiye kirin, ji beşdaran hatiye pirsîn ku eger sibe hilbijartinên giştî werin lidarxistin, ew ê dengê xwe bidin kîjan partiya siyasî.
Li gorî encaman, CHP ji sedî 34.30, AKP ji sedî 29.72, DEM Partî ji sedî 9.24, Zafer ji sedî 5.36, IYI Partî ji sedî 5.07, Partiya Kilîl ji sedî 4.81, MHP ji sedî 4.38, Partiya Jûnûve Refahê ji sedî 4.03, TÎP ji sedî 1.7 û partiyên din ji sedî 2.02 deng wergirtine.
Navenda Lêkolînê ya Gundemar encamên lêkolîna xwe ya şeş mehên dawî yên sala 2025an ji Hezîranê heta dawiya Kanûnê weşand.
Di hilbijartinên giştî yên 14ê Gulana 2023an de, AK Partî %35.61, CHP %25.33, MHP %10.0, IYI Partî %9.7, Partiya Çep a Kesk (DEM Partî) %8.8, Partiya Refahê %2.8, Zafer %2.2 û Partiya Yekîtiya Mezin %0.98 bi dest xistin.
Di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2024an de, CHPê %37.8 û AK Partiyê jî %35.5 deng bi dest xistin.
06/01/2026