HAKAN FÎDAN Û ES’ED ŞEYBANÎ CIVIYAN
Wezîrên Derve yên Tirkiye û Sûriyeyê ji bo gotûbêjkirina li ser mijarên herêmî û têkiliyên di navbera Enqere û Şamê de civiyan.
Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Es'ed Şeybanî tevlî civîna Hevpeymaniya Dilxwazên Ukraynayê ya li Parîsê birêve diçû bûn û pişt re herdu alî kom bûn.
Ajansa SANAyê ya hikûmeta Sûriyeyê ragihand, Fîdan û Şeybanî li ser mijarên herêmî, cîhanî û xurtkirina hevkarî û hevrêziya di navbera Enqere û Şamê de gotûbej kirine.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan roja Çarşemê li Parîsê bi Wezîrê Derve yê Sûriyê Es'ed Şeybanî re civiya da ku encamên danûstandinên di navbera Sûriye û HSDyê de gotûbêj bike.
Derbarê danûstandinên di navbera Sûriye û Îsraîl û Amerîkayê de, Fîdan got ku welatê wî ji nêz ve çavdêriya danûstandinan dike û bi Şam û Washingtonê re di şêwirmendiyên berdewam de ye.
Fîdan berdewamiya axaftina xwe de wiha got, “Me bi Şeybanî re du mijar bi berfirehî gotûbej kirin. Ya yekem, danûstandinên Sûriyeyê bi Amerîka û Îsraîlê re û ya duyemîn, di danûstandinên çend roj berê yên bi YPG re çi encam hatine bidestxistin an nehatine bidestxistin.”
07/01/2026