HAKAN FÎDAN LI SER HSD Û LIHEVKIRINA 10Ê ADARÊ AXIVÎ

Kanal8 15/01/2026

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, "Pêwendiya HSDyê bi Qendîlê re heye û ew bi qasî ku 2+2 çar e zelal e."

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan bi nûnerên çapemeniyê re civiya û li ser polîtîkayên derve yên welatê wî daxuyanî da.

Fîdan derbarê HSDyê de nirxandin kirin û got, pêwendiya HSDyê bi Qendîlê re heye û dema muxatabên Rojavayî vê yekê wek agahiyeke nû dibînin ew şaş dimînin û wiha pê de çû: Ew bi qasî ku 2+2 çar e zelal e. Me ji destpêkê ve gotiye ku ev pirsgirêka me ya herî mezin a bi HSDyê re ye. 

Fîdan da diyarkirin ew bi wê yekê re ne ku tevgereke xwecihî ya Kurdên Sûriyeyê hebe û got nabe ev rêzistina HSD yan jî YPG be û wiha domand: Her kesê ku bi navê HSDyê diçe danûstandinan bike, nikare bêyî erêkirina Qendîlê vê yekê bike. Ev xalek e ku her tim tiştan tevlihev dike, lê her çend bike jî, hêviya me ew e ku Peymana 10ê Adarê di zûtirîn dem de were bicîh kirin da ku aramiya welêt misoger bike.

Fîdan derbarê Helebê jî got, “Di mijara Helebê de jî me hişyarî dabû û me got nabe divê ev mijar çareser bibe û nabe ku hêz were bikaranîn.”

Fîdan di berdewamiya axaftina xwe de got divê ew cihên ku dikevin rojavayê Firatê wek nêta baş werin valakirin û got, “Em ji Efrînê, Serêkaniyê, Til Rifet û Helebê heman lîstikê dibînin. Em ji wan re dibêjin, ‘hebûna we ya li vir ji derveyê qanûnê ye û nabe ev pêkhate wiha bibi’. Lê pişt re ew li berxwe didin û hêz tê bikaranîn û pişt re gav bipaş ve tê avêtin.”

Fîdan da zanîn ku heke HSD dixwaze nêta xwe ya baş nîşan bide divê ji bo çareseriyê serî li rêbazên dîplomasî û diyalogê bide.

Fîdan da diyarkirin ku ew li Sûriyeyê aramiyê dixwazin û got ew dixwazin pirsgirêk bi rêya aştiyê çareser bibe.

Fîdan derbarê Lihevkirina 10ê Adarê jî got, “Pirsgirêka heyî ev e ku ji bo destpêkirina bicîhanîna Peymana 10ê Adarê ti gav nehatine avêtin, û ji ber vê yekê, ev bend bi bicîhanîna wê ve girêdayî ye... Lê bila ez vê ji we re bêjim: Hikûmeta Sûriyeyê ji bo bicîhanîna van tiştan ne hewceyî bendên Peymana 10ê Adarê ye. Ev hem daxwazek ji me wekî welatekî herêmî ye û hem jî beşek ji bernameya wan e. Hûn bi dûrxistina kêmnetewe û komên olî yên din ji hikûmetê nikarin bigihîjin tu derê. Lê rêjeya zêrîn li vir ev e: tevlêbûna komên olî û kêmneteweyên etnîkî di hikûmetê de di çarçoveya hemwelatîbûna destûrî de, û tevlêbûna wan di hikûmetê de bi pênasekirina xwe wekî komek cuda û veguherîna wan bo hebûnek siyasî; ev du tiştên cuda ne. Li vir pirsgirêk derdikeve holê.”

Kanal8

15/01/2026