MURAT KARAYILAN: EM Ê ROJAVA BI TENÊ NEHÊLIN
Fermandarê HPGyê Murat Karayilan got, "Berdêla xwe çi dibe bila bibe em Rojava bi tenê nahêlin. Gelê Kurd û weke tevgera azadiyê çi pêwîst be em ê wê bikin."
Fermandarê Hêzên Parastina Gel (HPG) Murat Karayilan derbarê pêşhatên dawî yên Rojavayê Kurdistanê ji ANFyê re axivî.
Karayilan derbarê êrişên Rojava got, “Ev êrîşên li ser Rojavayê Kurdistan tenê ne êrişeke li ser Rojavayê Kurdistanê ye, li ser tevahiya Kurdistanê ye.”
"Naxwazin gelê Kurd bibe îrade"
Karayilan diyar kir ku hêzên ku jinûve herêmê nexş dikin naxwazin gelê Kurd cih bigire û wiha pê de çû: Naxwazin gelê Kurd bibe îrade û bibe xwedî statu. Sibe di demeke guncaw de, ne dûr e ku Başûrê Kurdistanê; statûya wê derê jî bibe hedef. Ji xwe dixwazin wisa statuya Başûr tenê bihêlin û dûre bikin hedef.
"Ev êriş pêvajoya li Bakur jî bê wate dike"
Karayilan bal kişand li ser Pêvajoya li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê û wiha domand, “Ev êriş di heman demê de ji bo têkbirina pêvajoyê ye ku Rêber Apo li Bakurê Kurdistanê bi rêxistin kiriye. Ev êrîş bi vî şewazî pêvajoya ku li Bakurê Kurdistanê heye bê wate dike. Bi vî awayî divê em vê êrişê weke êrişa li ser pêşeroja gelê Kurd bibînin.”
"Li Bakur aştî li Rojava şer ve em naxapin"
Karayilan da zanîn ku Tirkiyeyê di şerê li Rojava de roleke çalak girtiye û got, “Em dibînin û dizanin. Bi teknîka xwe, bi balafirên xwe yên keşfê, yekser tevlîkirina leşkerên xwe di bin navê çeteyan de vê eşkere raber dike. Niha divê ku rayedarên dewleta Tirkiyeyê zanibin; em ne zarok in. Tu yê li Bakurê Kurdistanê bibêjî 'Biratiya gelên Kurd, Tirk û Ereb, were em aştiya navxweyî çêbike, lê li Rojavayê Kurdistan jî hemû destkeftiyên gelê Kurd armanc bigire’. Bi destê çeteyan qirkirinê ferz bike.”
Karayilan diyar kir ku ev êrişên pêk tên ji bo Amerîka, Brîtanya, Almanya û Fransayê ev ê bibe rûreşiyek mezin û got, “Ev bêbextiyek mezin e. Ne gelê Kurd ne jî wijdanê mirovahiyê vê bêbextiyê ji bîr dike.”
"Seferberî ji bo hemû Kurdan e"
Karayilan da diyarkirin ku seferberiya ku Rêveberiya Xweser ragihandiye ji bo tevahiya Kurdan e û wiha pê de çû: Me bihîst ji xwe li Başûr hinek ketine rê. Çapameniyê wisa got. Lê ev bang ji bo her kesî ye. Yanî divê em bi van kiryarên xwe ango Kurdên her çar parçeyan, bi taybetî li dervayî welat rola wan hîn girîng e. Kurdên li dervayî welat, yên li Amerîka, yên li Rûsya û Ewropayê divê em nîşanî tevahî dinyayê bikin ku em neteweyek in. Em yek in. Hûn nikarin me derçar bikin.
20/01/2026