BARRACK: LIHEVKIRINA ÇÊBÛYÎ; PABENDIYEKE HEVBEŞ A HEMÎ CIVAKA SÛRIYEYÊ YE

Kanal8 30/01/2026

Nûnerê taybet ê Amerîkayê bo Sûriyeyê Tom Barrack li ser lihevkirina HSDyê û Hikûmeta Sûriyeyê daxuyanî da û got ku lihevkirina bûyî gelekî giring û aramiya mayînde bi xwe re tîne.

Barrack li ser hesabê xwe yê Xyê ev got: "Ragihandina îro ya lihevkirina berfireh di navbera Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de, di rêwîtiya Sûriyeyê ber bi lihevhatina neteweyî, yekîtî û aramiya mayînde de qonaxeke kûr û dîrokî ye. Ev gava bi baldarî hatî danûstandin, ku li ser çarçoveyên berê û hewldanên dawî yên ji bo kêmkirina rageşiyê ava dibe, pabendbûneke hevbeş a ji bo tevlêbûn, rêzgirtina hevbeş û rûmeta kolektîf a hemî civakên Sûriyeyê nîşan dide."

Berdewam kir û got: "Ji bo Hikûmeta Sûriyeyê, ev peyman pabendbûneke domdar a ji bo hevkariya neteweyî ya rastîn û rêveberiya berfireh nîşan dide. Bi hêsankirina entegrekirina qonaxî ya avaniyên leşkerî, ewlehî û birêvebirinê di nav saziyên dewletê yên yekgirtî de - di heman demê de misoger dike ku nûnerên payebilind ên HSDyê xwedî derfetên beşdarbûnê di astên bilind de ne - ew prensîba ku hêza Sûriyeyê ji hemêzkirina cihêrengiyê û çareserkirina daxwazên rewa yên hemî gelên wê derdikeve holê piştrast dike. Ev nêzîkatî ne tenê serweriya li seranserê axê xurt dike, lê di heman demê de peyameke zelal a vekirîbûn û dadperweriyê ji civaka navneteweyî re dişîne."

Barrack got: "Ji bo gelê Kurd, ku qurbaniyên bêhempa û berxwedana wan a domdar roleke giring di parastina Sûriyeyê li dijî tundrewiyê û parastina rewşên metirsîdar de lîstiye, ev gav xwedî giringiyeke taybetî ye. Bicihanîna dawî ya Fermana Serokatiyê ya Hejmar 13 - vegerandina hemwelatîbûna tevahî ya Sûriyeyê ji bo kesên ku berê ji ber cudakariyên dîrokî bandor bûne, pênasîna zimanê Kurdî wekî zimanekî neteweyî li kêleka zimanê Erebî, rêdana hînkirina wê di warên têkildar de û misogerkirina parastinê li dijî cudakariyê - nîşana gaveke veguherîner a ber bi wekheviyê ve ye. Ev tevdîr neheqiyên demdirêj rast dikin, cihê yekpare yê Kurdan di nav neteweya Sûriyeyê de piştrast dikin û rê li ber beşdarbûna wan a tevahî di avakirina paşerojeke ewle, geş û berfireh de vedikin."

Behsa hevpariyê kir û got: "Bi vê ruhê armanca hevpar, herdu aliyan gavên wêrek avêtine: Hikûmeta Sûriyeyê di berfirehkirina tevlêbûn û mafên watedar de û civaka Kurdan di hemêzkirina çarçoveyeke yekgirtî de ku rêzê li beşdariyên wan digire di heman demê de qenciya hevpar bi pêş ve dixe."

Di dawiyê de wiha got: "Bi hev re, ev pêşketin rê li ber ji nû ve avakirina saziyan, vegerandina baweriyê, kişandina veberhênana bingehîn ji bo ji nû ve avakirinê û misogerkirina aştiya mayînde ji bo hemî Sûriyeyê vedikin. Bi yekîtîya ku bi rêya diyalog û rêzgirtinê hatiye çêkirin, Sûriye amade ye ku cihê xwe yê rast wekî çirayeke aramiyê û hêviyê li herêmê û derveyî wê vegerîne."

Kanal8

30/01/2026