BAHÇELÎ: BIRYARA ME ZELAL E
Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî got, "Biryara me heta ku Ocalan bigihe hêviyê, Ahmet û hevalên wî vegerin erkê xwe û Demirtaş vegere mala xwe, zelal e."
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna koma parlamentoyê de, peymana di navbera HSD û Şamê wek “Xaleke werçerxê ya dîrokî” bi nav kir û got, Biryara me heta ku Anatolya vegere aştiyê, Ocalan bigihe hêviyê, Ahmet û hevalên wî vegerin erkê xwe û Demirtaş vegere mala xwe, biryara me zelal e.”
"Xaleke werçerxê ya dîrokî ye"
Bahçelî li ser peymana HSD û hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê got, “Li Komara Sûriyeyê hevkêşeyek nû, paradîgmayek nû û avaniyek nû derketiye holê. Ev encamek çaverêkirî û pêwîst e, û rasterast bi mafên serweriya dewletê, yekparçeyiya siyasî, civakî û axê ve girêdayî ye û piştgirî dide wan. Di 30ê Çileya 2026an de, di navbera rêveberiya Şamê û HSD-YPGyê de li ser agirbestek berfireh û entegrekirina gav bi gav a avaniyên leşkerî û îdarî di nav Komara Sûriyeyê de, li ser bingeha peymanên 10ê Adarê û 18ê Çileyê, peymanek hat çêkirin. Ev pêşketin xalek werçerxê ya diyarker û bi xêr hatî ye di xurtkirina serweriya Sûriyeyê û misogerkirina aramiya demdirêj de.”
Entegrasyon dê çawa pêk bê?
Bahçelî li ser çawaniya bicîhanîna lihevkirinê jî wiha got, “Dê hêzên HSDyê ji cihên xwe yên niha vekişin û hêzên hikûmetê dê li navendên Heseke û Qamişlîoyê werin bicihkirin. Firqeyek ji sê tugayan pêk tê ku bi SDF-YPG ve girêdayî ne, dê were damezrandin, di heman demê de hêmanên çekdar ên li Kobanî dê wekî tugayên girêdayî Helebê werin rêxistin kirin. Wisa xuya dike ku entegrasyona leşkerî û ewlehiyê dê li ser bingehek takekesî di nav tugayan de were kirin.”
Ji bo pêkanîna Mafê Hêviyê ji bo Ocalan
Bahçelî ji bo pêkanîna mafê hêviyê bo Ocalan jî wiha pê de çû: Gelo serokatiya damezrîner a PKKyê li ser hemû sozên ku ji 27ê Sibata 2025an û pê ve daye sekinî? Belê, sekinî. Gelo wî hilweşandina rêxistina terorîst a cudaxwaz û şewitandina çekên wê misoger kir? Belê.Gelo banga 27ê Sibatê ji bo PKKyê û hemû pêkhateyên wê girêdayî bû? Belêêê. Ji ber ku armanc pêk hatiye, tiştê ku dikeve li ser milê me ew e ku daxwaz û hêviya rêzgirtinê ya ji bo serokatiya damezrîner a PKKyê ji Partiya DEMê bigire heta hemû rêxistinên girêdayî wê.
03/02/2026