BAHÇELÎ: MIN GOTINA XWE KIR Û BIRYAR A HIKÛMETÊ YE

Kanal8 04/02/2026

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ragihand ku wî gotina xwe ya der barê mafê hêviyê ji bo Ocalan û azadiya Demîrtaş kiriye û niha biryar bi hikûmetê ve girêdayî ye.

Roja Sêşemê bihûrî, serokê MHPyê Devlet Bahçelî daxwaz kir ku mafê hêviyê ji bo Ocalan bê dayîn, Demîrtaş bê berdan û Şaredarê Esenyurt Ahmet Ozer jî vegere ser karê xwe.

Piştî wê daxuyaniya xwe, Devlet Bahçelî di hevpevîna xwe ya bi Rojnameyeke welatên Yekîtiya Ewropayê de ragihandiye,"min ramanên xwe gotin. Ez dibêjim ku gotinên min dê bi kêr werin. Niha biryar di destê hikûmetê de ye û kar jî di destê desthilata cihbicihkar de ye."

Ev jî Balkêş e ku hejmareke kêm ji serkirdeyên MHPyê dizanibûn ku Bahçelî dê van tiştan bibêje û ev yek di metna ku ji Bahçelî re hebû jî tine bû, lê piştî ku metn qediya wî ev gotin kirin.

Bahçelî pesend nekir ku gotinên wî ti têkiliya wan bi rêkeftina di navbera HSDyê û Şamê û rewşa li Sûriyeyê re hebe.

Kanal8

04/02/2026