FETÎ YILDIZ: ME LI SER MAFÊ HÊVIYÊ LI HEV KIR
Tîma endamên partiyên siyasî yên komîsyona parlementoyê ya li ser pêvajoya çareseriyê ya li Tirkiyeyê cara pêncemîn civiya û hefteya bê dê rapora hevbeş temam bike.
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmus, ku di heman demê de serokê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ye, cara pêncemîn bi tîma hevrêzkirina raporê ya pênc partiyên siyasî yên ku beşdarî komîteyê dibin re civiya.
Ew Parlamenterê DEM Partiyê Cengiz Çiçek, Parlamenter û Cîgirê Serokê MHPyê Fetî Yildiz, Parlamenter û Cîgirê Serokê CHPyê Murat Emîr, Serokê Koma Rêya Nû Bulent Kaya û Cîgirê Serokê AK Partiyê Abdulhamît Gul in.
Yildiz piştî civînê got, "Me li ser mafê hêviyê li hev kir. Pirsgirêk tine. Di raporê de cih girtiye."
Her wiiha Yildiz da diyarkirin, "Di navbera endamên tîmê de ti cûdahiyek cidî ya ramanê tineye."
Yildiz bal kişand li ser wê yekê, ji bo ku mijara PKKyê bi dawî bibe, ew alî û saziyên fermî destnîşan û piştrast bikin ku rêxistinê çek daniye û xwe hilweşandiye.
Di heman demê de Yildiz got, “Nabe ku çekdarek li çiya mabe û bêjî ji ber ku ew li çiyaye em nikarin qanûn derxin.”
05/02/2026