YAŞAR GULER: HSD BEŞEKE JI PKK’Ê YE
Kanal8 07/02/2026
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler diyar kir, ewlehî û aramiya Sûriyeyê perçeyekî ji ewlehiya netewî ya Tirkiyeyê ye.
Medyaya Tirkiyeyê ji zarê Guler got, HSD beşeke ji PKKyê ye û ji aliyê fikir û armancan ve yek in û da zanîn, hebûna rêxistinên ku bi terorîst bi nav kir, gefeke yesker li ser ewlehiya sînorê Tirkiyeyê dixwe.
Li gorî Yaşar Guler, Enqere rê nade ku rasteqîneke çekdar li ser sînorê li ser wê were sepandin û diyar kir, ew ê operasyonên xwe li dijî PKK û şaxên wê dewam bikin.
Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê, şerê li dijî terorê dê li gel proseya siyasî ya Sûriyeyê bimeşe û ragihand, paşeroja Sûriyeyê divê bê teror be û divê Sûryeyî tenê paşeroja welatê xwe diyar bikin.
Kanal8
07/02/2026