BILICI: DIVÊ KURDÎ BIBE BINGEHÎN
Alîkarê Giştî yê Partiya Paşerojê, Mustafa Bilici ji KANAL8ê re axivî û behsa giringiya perwerdeya bi zimanê Kurdî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kir, ku ne tenê weke waneyeke bijarde, lê bibe bingehîn.
Bilici got: "Di vê mijarê de weke Partiya Paşerojê helwesta me zelal e. Em daxwaza waneyên bijartî yên Kurdî giring dibînin; lê belê em dibêjin ku ev ne bes e. Em ne tenê li dibistanan weke waneyeke bijartî, di heman demê de hemwelatiyên me yên daxwaz dikin, karibin vê zimanî weke waneyeke bingehîn jî wergirin."
Pê de çû û got: "Di salên bihurî de jî, bi taybetî serokên me yên parêzgehan û tevgerên me yên li herêmên curbicur ên Anatolyayê, ji bo bijardeya waneyên bijartî yên Kurdî, xelkê me handan kirine. Lê belê li vir em bi pirsgirêkeke mezin re rûbirû ne. Mixabin Wezareta Perwerdehiya Neteweyî, erkdarkirina mamostayên Kurdî bi hejmareke pir kêm û sînorkirî dike. Ji ber vê yekê, xwendekar û dêûbav dersa Kurdî bibijêrin jî, ji ber nebûna mamostayan, ev wane li gelek dibistanan bi awayekî pratîkî nayê dayîn."
Di dawiyê de got: "Li ser vê xalê, daxwaza me zelal e, divê li zanîngehên me bi hejmareke têr mamostayên Kurdî bên perwerdekirin û Wezareta Perwerdehiyê jî li gorî vê pêdiviyê mamosteyan erkdar bike. Tevî vê yekê, em bangên ên rêxistinên civakî û partiyên siyasî jî pir giring dibînin ku xwendekar û malbatan ji bo hilbijartina waneyên Kurdî wêrek bikin."
08/02/2026