ZANÎNGEHA KOBANIYÊ: ÇEKDARÊN SÛRIYEYÊ KOMKUJÎ LI XIRAB IŞKÊ PÊK ANÎNE

Sema Reşid 08/02/2026

Zanîngeha Kobaniyê der barê armancgirtina sivîlan, xwendekara wan a birîndar û dorpêça li ser Kobaniyê hatiye sepandin, daxuyanî da raya giştî.

Daxuyaniya zanîngehê wiha ye:

"Wekî hûn jî dizanin ku di şerê vê dawiyê de êrişên bê navber ji aliyê çeteyên ser bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyayê ve hatin kirin ku di encamê de li gelek deveran bi ser Kurdan de komkujiyên bêserûber hatin kirin. Bi taybet di dîroka 25ê kanûna 2026an de çeteyên ser bi Hikûmeta Veguhêzî a Sûriyayê ve tevî ku agirbest hatibû ragihandin komkujiyek li gundê Xerab Işkê pêk anîn û tê de malbatek bi giştî hate armancgirtin. Di encamê de 5 kes ji malbatekê şehîd bûn û 5 kes jî birîndar bûn ku di nava wan de zarok jî hebûn.

Zanîngehê behsa xwendekara xwe kir û got: "Fatme Hec Mehmûd ku yek ji xwendekarên Zanîngeha Kobaniyê ye û nû di sala xwe yî yekem de dest bi xwendina mafnasiyê kiribû, di vê êrişa hovane de her du lingên xwe ji derd dan. Wê her du lingên xwe kirin qurbana vî şerî. Em vê banga xwe rasterast ji saziyên navdewletî û yên mafên mirovan re dişînin dibêjin. Gelo we ev dîmena kampax dît û pozê we şewitî? Çawa keçek ku hîn nû bi lingên xwe gavan diavêje, lingên wê tê birîn? zarokek çawa ku hîn nû çavên xwe li dunyayê venekiriye bê dê û nav dimîne. Komkujî, kuştin, birîndarî û bobelatên ku li pêşiya çavên zarok û ciwanên me  rûdidin, di derûniya wan de trwama û bi sedan birînên mezin ên bê bersiv vekirine, gelo di derûniya we de çi vekiriye? Hûn qet vê pirsê ji xwe dikin?"

Berdewam kir û got: "Peyv nikarin vê mezinahiya trajidiya ku bi serê xwendekara me û malbata wê de hatiye, vebêjin. Fatme ne bi tenê navekî normal di zanîngehê de ye, lê ew mînakek ji bo azwarî û biryardariyê û destpêka xewneke pêşeyî di ber rêya dad û yasayê de ye. Gava ku maseyên xwendinê û xewnên paşerojê veguhere bîranîneke biêş û wêranker, ma ev ne cihê dax û şermezariyê ye? Ji ber hingê ev birînek e ku wijdanê me hemûyan diêşîne."

Behsa bûyera trajidî kir û got: "Em jî wekî zanîngeh, birêveberî û xebatkar tevî fakulte û beşên xwe ve, di vê windakirina tarjidîk de bi tevahî piştgiriya xwe ya sincî û mirovî ji xwendekara xwe Fatme û malbata wê re nîşan didin û di rêwîtiya wê ya perwerdeyê hemû piştgiriyên derûnî, civakî  jê re pêşkêş dikin da ku bi rihetî bigihe mafên xwe yên rewa. Li vir em xemgînî û hevxemiya xwe ya êşdar bi raya giştî re bi par ve dikin. Ev bûyer û tişta ku qewimiye divê ku saziyên civaka akademîk û mirovî bixe nava fikaran."

Di dawiyê de bangî saziyên navneteweyî kir û got: "Em careke din bang li saziyên navnetewî û yên mafê mirovan dikin, ka destên xwe deynin li ser wijdanê xwe û ji dil li van kirinên hovane binêrin û divê ku bi rêya yasayan dest bi lêpirsînê were kirin da ku sivîl werin parastin û nebin qurbana şerên hovane.   

Em sersaxiyê ji hemû malbatên xwe yên şehîdan re dixwazin û şîfayê ji malbatên birîndaran re dixwazin.

Bijî berxwedana Kobanî"

Sema Reşid

08/02/2026