ÇÎFTYUREK: DIVÊ DEM PARTIYÊ DENGÊ NA BIDA

Kanal8 19/02/2026

Parlamenterê DEM Partiyê nerazîbûna xwe nîşanî rapora Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê da û got, "Divê DEM Partiyê dengê ‘NA’ bidaya, ne tenê bi helwesteke nerazî, razî bibûya."

Rapora Komîsyona çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye avakirin, duh di civîna 21’emîn û ya dawî de rapora dawî erê kir.

Rapor bi 47 dengên erê hate qebûlkirin. Di dengdayînê de 2 dengên redê û yek jî yê bêalî hatin dayin. Bi vê yekê re xebatên komîsyonê jî temam bûn. 

Di dengdayînê de endamê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik û endamê Partiya Kedê (EMEP) Îskender Bayhan dengê 'na' dan. Endama CHPyê Turkan Elçî jî dengê bêalîtiyê da.

Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek li ser hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî naveroka rapora komîsyonê da û got, “Rapora komîsyonê ji kevaneya terorîzmê ve pirsgirêka Kurd dinêre. Bişkoka yekem a ku bi xeletî hatibû pevdan berdewam dike.”

Çîtfyurek derbarê guhertinên yasayî jî wiha pê de çû: Di xalên 42 û 66 ên Destûrê de jî nîşaneyeke guhertinê tune.

Çîftyurek ji bo dengê ‘erê’ ya DEM Partiyê jî got “Divê DEM Partiyê dengê ‘NA’ bidaya, ne tenê bi helwesteke nerazî, razî bibûya.”

Çîftyurek li ser biratiya Kurd û Tirkan jî wiha anî zimên: Bêyî di destûrê de wekhev nebin qanûnek "Biratî û Wekhevî" tineye û qanûnek ku tune be nayê xurtkirin. 

Çiftuyek da diyarkirin ku di rapora komîsyonê de bi awayekî razber behsa "Biratî û wekheviya Tirk-Kurd" dike û got, “Hûn çawa dikarin bi Kurdên ku hûn bi fermî nas nakin biratiyê ava bikin? Hûn çawa dikarin biratiyê xurt bikin ger hûn hebûna wan di Destûrê de qebûl nekin?”

Parlamenterê DEM Partiyê got, “Di raporê de pir caran behsa "Dewlet, Ewlehî, Terorîzm" tê kirin. Lê behsa Kurdan, welatê wan Kurdistanê û daxwazên siyasî yên gelê Kurd nayê kirin! 

Eger rapor, li şûna çareserkirina pirsgirêka Kurd, behsa pêvajoyeke "Tirkiyeya bê Teror" an jî pêvajoyeke "Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" bike, eger pêvajoyê tenê wekî meseleya terorîzmê bibîne û mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî tine be, wê demê çi dimîne ku mirov ji raporê re bibêje "erê"? TIŞTEK!”

Kanal8

19/02/2026