PÊLEKE  BERF Û SERMAYÊ PIRANIYA BAJARÊN BAKURÊ KURDISTANÊ DAYE BER XWE

Kanal8 27/02/2026

Ji ber sermaya zêde û barîna berfê, li piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê dibistan hatine rawestandin û Saziya Av û Hewayê jî pêşbînî dike, wê pêla serma û berfbarînê berdewam be. 

Di rojên dawî de pêlek nû ya berfê piraniya bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê daye ber xwe û pileyên germê bi awayekî berbiçav daketiye.

Ji ber barîna berfê ya zêde, li 12 bajarên Bakurê Kurdistanê dibistan hatine girtin.

Li parêzgehên Erdexan û Sêrtê 30 otomobîl ku di berfê de asê mabûn hatin rizgarkirin, tîmên şaredariyê jî ji bo vekirina rêyên gundên her du parêzgehan ku ji ber berfê hatibûn girtin, dixebitin 

Li gorî pêşbîniya Rêveberiya Saziya Av û Hewayê ya Tirkiyeyê, îro û sibê li piraniya parêzgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê barîna berfê dê berdewam bike.

Kanal8

27/02/2026