NÎQAŞÊN LI SER 'MAL' Û 'STATU'YA OCALAN

Sidar Basut 27/02/2026

Tê îdiakirin ku ji bo Abdullah Ocalan, li derveyî mercên girtîgehê qadeke jiyanê tê amadekirin; lê belê Ocalan daxwaz kiriye ku ev gav bi kîjan pênaseya hiqûqî û siyasî bê avêtin, zelal bibe.

Nîqaşên li ser "mal" û "statuya" Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan, careke din di kurtûpistên Enqereyê de bûn rojev. 

Li gorî îdiayan, heta pênaseya "statu"yê neyê kirin, Ocalan ji naxweze derbasê mala ku hatiye amadekirin bibe.

Li gorî agahiyên Nûçegihana KANAL8ê ku mesele ne tenê mercên fîzîkî ne; pirsa sereke ev e ku Ocalan dê bi kîjan statuyê derkeve pêşberî raya giştî.

Di vê çarçoveyê de tê diyarkirin ku li paş perdeyê, sernavên wekî "statüya hiqûqî", "hepsa malê" û "aktorekî muzakereyê" tên nîqaşkirin.

Di eniya siyasî de sernavekî din ê balkêş jî nêzîkatiya Devlet Bahçelî ye. Li gorî îdiayan, Bahçelî ji bo pêvajo bi hêsanî bimeşe, bal kişandiye ser hewcedariya çarçoveyeke pênasekirî û ji ber vê yekê rê li ber nîqaşkirina "statu"yê ya di nav raya giştî de vekiriye.

Ev gotinên Bahçelî, wekî amadekariya raya giştî û ceribandina zemînê ya beriya gaveke gengaz tê nirxandin.

Hîn ji aliyê saziyên fermî ve derbarê mijarê de daxuyaniyeke piştrastkirî nehatiye dayîn. Lê belê, ev îdiayên ku li Enqereyê tên axaftin, vê pirsê jî bi xwe re tînin: Gelo di meseleya Kurd de asteke nû tê dest pê dike?

Sidar Basut

27/02/2026