SILÊMANÎ Û HEWLÊR RASTÎ PÊLEKE ÊRIŞÊN BI DRONAN HAT
Şeva bihurî çend caran bi dronan êrişî Hewlêrê hat kirin û karmendekî asayîşa balafirgeha Hewlêrê şehîd bû.
Parêzgarê Hewlêrê bang li hikûmeta Iraqê kir ku sînorek ji êrişên terorîstî re deyne.
Neh êrîş
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw got ku şeva bihurî li Hewlêrê neh êrişên bi dronan hatine kirin û piraniya êrişan ji hêla pergala parastina ya hevpeymaniyê ve li asman hatine pûçkirin.
Ew bavê du zarokan e
Her wiha Omêd Xoşnaw da diyarkirin, "Bermahiyên yek ji dronên ku hatiye têkbirin li balafirgeha Hewlêrê ketin, karmendekî asayîşa balafirgehê yê bi navê Welat Tahir, bavê du zarokan, şehîd bû û di heman demê de sê karmendên din ên asayîşê jî birîndar bûn, ku yek ji wan bi giranî birîndar e.
Êrişên komên çekdar
Parêzgarê Hewlêrê tekez kir ku Herêma Kurdistanê bi berdewamî ji aliyê komên çekdar ve tê armancgirtin, ji ber vê yekê wî bang li hikûmeta Iraqê kir ku sînorek ji van êrişên terorîstî re deyne.
"Êrîşa Xiyanetkar"
Wezîrê Veguhestin û Ragihandinê ya Herêma Kurdistanê Ano Cewher derbarê şehîdbûna karmendê asayîşa balafirgehê got, “Em van êrîşên xiyanetkar ên ku welatiyan, saziyên sivîl û karmendên ewlehiyê yên berpirsiyarê parastina saziyên giştî ne, bi tundî şermezar dikin.”
Daxwazek ji hikûmeta federal
Ano Cewher da diyarkirin ku ew bang li hikûmeta federal a Iraqê dikin ku erkê xwe yê destûrî yê parastina welatiyan bigire ser xwe û tedbîrên biryardar bigire da ku êrîşkaran rawestîne.
Di 24 demjimêran de 20 êriş
ji destpêka şerê Amerîka-Îsraîlê li dijî Îranê ve Herêma Kurdistanê çend car rastî êrişên bi mûşek û dronan hat.
Di 24 demjimêrên bihurî de 20 caran êrişî parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê hatiye kirin.
08/03/2026