HEVPEYMANIYA PARTIYÊN ROJHILAT JI BO TÊKOŞÎNA HEVPAR BANG KIR

Kanal8 15/03/2026

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê peyamek ji bo hemû netewe, Azeriyan û welatên cîran şand.

Hevpeymaniyê ragihand, “Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana Îranê ji bo avakirina Îranek azad, demokratîk û pirreng, amadehiya xwe ya bi hemû hêzên siyasî, sivîl û demokratîk re radigihîne.”

Hevpeymaniyê di daxuyaniya xwe de baL kişand li ser bihevrebûna Kurd û Azeriyan wiha pê de çû: Em hemû vê rastiya dîrokî ya li çend bajar û herêman dizanin, bi taybet li Azerbaycan û Kurdistanê, Azerî û Kurd, di seranserê dîrokê de bihevre jiyane. Ji ber vê yekê pêşeroja van herêman divê li ser bingeha hevkariya rêveberiya hevbeş û mîsogerkirina mafên wekhev ên hemû civakan be. Hevpeymaniya Hizbên Kurdistana Îranê li van herêmên tevlîhev, piştgiriyê dide avakirina mekanîzmayek rêveberiya hevbeş ya xwe cihî ku pêkhateya nifûsê û îradeya gel nîşan didin.

Hevpeymaniyê di daxuyaniya xwe de bang li Azeriyan kir û got, “Em destê hevkariyê dirêjî gelê Azerbaycan û hêzên wan ên siyasî dikin, herwiha amadehiya xwe ji bo hemû diyalog, hemahengî, avakirina mekanîzmeyek ewlehiya giştî ku aramiya deverên hevpar mîsoger bike, radigihînin.”

Her wiha hevpeymaniyê da diyarkirin ku pêşeroja herêmê divê li ser jiyana hevbeş, rêzgirtin û beşdariya wekhev ya hemû gelên wê de were avakirin. 

Hevpeymaniyê giringiya danûstandinan diyar kir û wiha berdewam kir: Bi tekezkirina têkiliyên dîrokî û girêdana civakî ya di navbera Kurd û Azeriyan de, li gorî me divê pêşeroja têkiliya di navbera herdu gelan de, li ser bingeha guftugo, rêzgirtina hevbeş û jiyana aştiyane be. Lewma divê çarçoveyê de carek din em girêdanbûna xwe ya bi naverok û ruhê peymana dostaniyê ya di navbera Komara Kurdistan û Hikumeta netewî ya Azerbaycanê re radigihînin. Em vê wekî nexşerêyek û sembola hevkarî û têgihîştinê ya di navbera tevgerên demokratîk ên Kurdistan û Azerbaycanê de dibînin.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Kurdistana da zanîn bihêzkirina hevkariya di navbera hêzên demokratîk û pêşxistina guftugoya di nava neteweyan ya ji bo avakirina mekanîzmayek hevbeş ya ji bo jiyanek wekhev, weke yek ji stûnên bingehîn yên ji bo bi destxistina pêşerojek azad û wekhev ya ji bo hemû neteweyên li Îranê dibîne.

Kanal8

15/03/2026