YILDIZ: BILA NEWROZ LI TIRKIYÊ BIBE CEJNEKE FERMÎ

Kanal8 24/03/2026

Cigirê serokê MHPyê Fetî Yildiz bang li partiyên siyasî kir û got bila Newroz li Tirkiyeyê bibe cejneke fermî.

Fetî Yildiz da diyarkirin ku ew wekî MHP amade ne ku li parlementoyê pêşengiya gaveke wiha bikin û derbarê pêvajoyê jî got, di warê gavên îdarî û yasayî de bendewariyeke mezin heye.

Cîgirê serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Fetî Yildiz, ji bo televizyona Haberturkê ragihand, derbarê pêvajoyê di nava civakê de bendewariyeke mezin heye û got, di çarçoveya rapora komisyona parlementoyê de divê li parlementoyê bi awaye dû beşan sererastkirin bêne pêkanîn.

Yildiz diyar kir, di beşa yekem de divê derbarê endamên rêxistinê yasayeke taybet û demkî were derxistin, lê ji bo vê yekê misogerî pêdviye, weke misogeriya xwe hilweşandin û çek danîna rêxistinê.

Her wiha got, beşa duyem jî demokratîkbûnê li xwe digre, di vê çarçoveyê de jî dikarin mijara rakirina qeyûman bigrin dest, ji bo vê yekê pêdivî bi misogeriyê nîne û dikarin yekser dest bavêjin.

Fetî Yildiz derbarê cejna Newrozê jî got, em dikarin hertim weke îsal di nava biratiyê de cejna Newrozê ku di heman dem de cejna Tirkan e jî pîroz bikin û da diyarkirin ji bo ku cejna Newrozê bibe cejneke fermî, ew wek MHPyê amade ne li parlementoyê pêşengiya gaveke wiha bikin.

Kanal8

24/03/2026