BAHÇELÎ: PÊVAJO NÎŞANA BIRATIYA NAVBERA TIRK Û KURDAN E
Serokê MHPyê daxwaza piştgiriya ji bo pêvajoyê kir û ragihand, pêwîst nake ku pêvajo lez û bez were meşandin û tekez jî kir ku guhertinên yasayî dê gav bi gav dê werin bicihanîn.
Serokê MHPyê, Devlet Bahçelî îro di koma partiya xwe de li parlementoyê gotarek pêşkeş kir.
Bahçelî derbarê pêvajoya ku ew weke pêvajoya "Tirkiyeya bêteror" bi nav dike ragihand, pêvajo nîşana biratiya navbera Tirk û Kurdan e û ji bo serkeftina pêvajoyê jî daxwaza piştgiriyê kir.
Serokê MHPyê got, pêwîst nake ku di pêvajoyê de lez û bez were kirin û diyar kir, di çarçoveya rapora komisyona pêvajoyê ya parlementoyê de guhertin û sererastkirinên yasayî dê gav bi gav werin bicihanîn.
Devlet Bahçelî gotegotên hebûna hêleke taybet a peywendiyê di navbera wî û Abdullah Ocalan de jî red kir, ku weke "Hêla Sor" hatiye binav kirin.
Bahçelî diyar jî kir, pêvajo weke lîstikeke werzişî nîne ku alîyeke serbikeve û aliyê din binkeve û da zanîn, Tirk û Kurd dê heta dawiyê bi hevre bin, di dawiya pêvajoyê de ti alî bin nakeve û ji lîstikgehê stuxwar dernakeve.
24/03/2026