HEWLÊR Û DUHOK BI DRONAN HATIN ARMANCGIRTIN
Şeva bihurî bajarên cuda yên Herêma Kurdistanê ji aliyê dornan ve hatin armancgirtin.
Şeva bihurî li Hewlêr jî bi dronan hat armancgirtin lê beriya ku dron bigihin armancê xwe hatin teqandin û ziyan giha xwaringehekê
Zêdetirî 10 êrîş
Şeva bihurî piştî saet 11an sê êrişên bi dronan li parêzgehên Duhok û Amêdiyê hatin kirin.
Dron li gundê Sikrînê yê girêdayî navçeya Sersengê hatin têkbirin û li gorî amaran, heta niha 10 dron ber bi Duhok û Amêdiyê ve hatine arastekirin.
6 dron ji Soranê ber bi Hewlêrê ve
Di vê navberê de, saet di 12:00an de, dengê şeş dronan ji asmanê Soranê ber bi Hewlêrê ve hat, li gorî şahidan dengê dronan zêde bû û nizm jî firiyaye.
Li gorî Ofîsa Medya û Ragihandinê, şeva bihurî li Hewlêrê zêdetirî 10 êrişên bi dronan hatin kirin ku zirar dan xwaringehek û cîhek giştî.
Pergala dijî-mûşekan 24 saetan di rojê de dixebite
Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnaw got ku pergalên dijî-mûşekan û dijî-dronan li asmanê Hewlêrê, 24 saetan di rojê de û di asta herî bilind a teknolojiya cîhanê de ne da ku li hember her gefê bisekinin.
Parêzgarê Hewlêrê got ku parastina qada asmanî ya paytext pêvajoyek berdewam e û qet nehatiye rawestandin.
02/04/2026