JOE KENT JI KANAL8Ê RE: HEWLDANÊN BAFIL Û QUBAD TALEBANÎ ÇARENIVÎSSAZ BÛ

Kanal8 06/04/2026

Serokê berê yê dijî terorê yê Amerîkayê eşkere kir ku gelek hewl hatine dayîn ku Kurd di şerê bejayî yê li dijî Îranê de beşdar bibin, lê serokatiya YNKyê bi tundî li dijî vê gavê derketiye.

Rola Bafil û Qubad Talebanî di parastina Herêma Kurdistanê de

Serokê berê yê dijî terorîzmê yê Amerîkayê û efserê berê yê CIA Joe Kent di bernameya taybet a Unframend de ji serokê borda KANAL8ê Ahmed Necm re, rola Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talaban, destnîşan kir. Kent tekez kir ku her du bira, ku di hawîrdorek navneteweyî de mezin bûne, li pişt perdê xebitîn da ku Kurd nebin qurbaniyên ajandeyên welatên din û Herêma Kurdistanê ji encamên nakokiya di navbera Tehran û Washingtonê de parastin.

Kurdistan wek pireke aştiyê ye, ne meydaneke şer e

Berpirsê berê yê Amerîkî got, axaftina Bafil Celal Talebanî ya, "Divê Kurdistan bibe pirek, ne meydaneke şer e pir di cihê xwe de bûye. Li gorî Kent, tevlîkirina Kurdan di şerekî bejayî de di nav Îranê de ne tenê vebijarka leşkerî ya xelet e, lê di heman demê de dê aramiya ku Kurdan bi dehsalan bi zehmetî ji bo bidestxistina wê xebitîne jî hilweşîne, ji ber vê yekê parastina vê bêalîbûnê jîr bû.

Astengkirina tevlêbûna Kurdan di şerê bejayî de

Joe Kent eşkere kir ku gelek hewldan hene ku Kurd di şerekî bejayî de li dijî Îranê tevlî bibin û Kurdan bikin serê rimê, lê serokatiya YNKyê bi tundî li dijî vê yekê derketiye. Wî tekez kir ku tevlêbûna Kurdan di vê pevçûnê de tenê dê bêtir bêaramiyê biafirîne û dê ji bo gelê Kurd ti armancek stratejîk bi dest nexe, ji ber vê yekê pêşîgirtina vê gavê dê xizmeta berjewendiyên herî bilind ên Herêma Kurdistanê bike.

Girîngiya bêalîbûnê ji bo pêşeroja herêmê

Berpirsê berê yê Amerîkî gihîşt wê encamê ku ev cure raman û bêalîbûna serokatiya YNKyê ji bo pêşeroja herêmê "girîng" e. Kent bawer dike ku dûrxistina Kurdan ji nakokiyên welatên din tenê rê ye ku destkeftiyan biparêze û pêşî li wê bigire ku Kurdistan dîsa bibe meydaneke şer a wekîl û berjewendiyên gelê Kurd feda bike.

Kanal8

06/04/2026