ÇAVÊ HEMÛ KURDAN ÎŞEV LI AMEDSPORÊ YE
Amedspor û Erokspor îşev li Stenbolê tên pêşberî hev û Amedspor dê ji bo şampiyoniyê û bilindbûna Super Lîgê bilîze.
Amedspor, îşev di Lîga yekem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyeyê (TFF) de dê bi Eroksporê re bilîze. Di vê lîstika îşev de ger Amedspor biser bikeve dê gaveke din nêzîkî armanca xwe ya Super Lîgê bibe.
Di hefteya 34-an a Lîga yekem a Trendyol’ê de, Amedspor a di rêza duyemîn de, Esenler Erokspor jî di rêza sêyemîn de ye.
Amedspora ku di lîgê de performansek serkeftî nîşan dide, di 12 maçên xwe yên dawî de winda nekiriye. Amedspor di hemû 5 maçên xwe yên dawî de bi ser ketiye û di vê heyamê de bi tenê golek xwariye.
Amedspor niha 4 xalan li pêş tîma Eroksporê ye. Amedspor nîvê yekem ê maça sezonê li Amedê bi 2-1 bi ser ket.
Ger Amedspor di lîstika îşev de bi ser bikeve, cudahiya xalan dê bibe 7.
Piştî vê serkeftinê her 4 lîstikên ku dimînin de Amedspor 2 wekhev an yek binketineke wê hebe jî beyî ku encamên rikeberê wê çi be dê ber bi Lîga herî bilind a Tirkiyeyê ango Super Lîgê ve biçe.
Plana Amedsporê ne tenê bi derketina Lîga Super ve sînorkirî ye. Ger ew bi 3 xalan ji Stenbolê vegerin, hemû çav dê ber bi pozîsyona pêşengiyê ve biçin.
Niha Erzurumspor bi du xalan li pêş Amedsporê ye.
09/04/2026