ZANÎNGEHA KOBANIYÊ BIRYAREKE NÛ DA
Zanîngeha Kobaniyê ji bo xwendekarên ku ji ber şert û mercên zehmet nekarîne xwendina xwe temam bikin, derfeta xwendina vekirî pêşkêş kir.
Zanîngehê piştî ku di sala 2024an de ji bo karmendên saziyên Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê yên nekarîbûn xwendina xwe temam bikin, deriyê xwendinê vekir, niha jî derfeta xwendina vekirî pêşkêş kir.
Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim der barê mijarê da agahî dan Ajansa Nûçeyan a Hawarê diyar kir, ew dixwazin derfetê bidin hemû kesên ku beriya niha nekarîne xwendina xwe temam bikin.
Şervan Muslim bibîr xist ku zanîngeh ji sala 2017an ve hewl dide valahiya di hîndekariyê de dagire û asta akademîk pêş bixîne.
Hevserokê Zanîngehê da zanîn ku wan beriya du salan (2024) jî ji bo karmendêm Rêveberiya Xweser ên ku xwendina xwe temam nekirine derfet afirandibû û ev bername hîn dom dike.
Şervan Muslim destnîşan kir ku şagirtên xwendina wan nîvî maye gelek in, lewma wan niha jî derfeta xwendina vekirî daye.
11/04/2026