HAWIRDEKIRINA PETROLÊ YA TIRKIYEYÊ DI SIBATÊ DE %1.84 KÊM BÛ

Kanal8 16/04/2026

Hawirdekirina petrol û berhemên petrolê yên Tirkiyeyê li gorî heman serdema sala bihurî kêm bû, Tirkiyeyê herî zêde ji Rûsya, Iraq û Kazakistan petrol hawirde kiriye.

Li gorî Desteya Rêxistina Bazara Enerjiyê, Tirkiyeyê di Sibatê de 3.512 milyon ton petrol û berhemên petrolê ji derve hawirde kiriye.

Li gorî heman meha sala bihurî, ji sedî 1.84 kêmtir petrol û berhemên petrolê hawirde kir.

Li gorî raporê, Tirkiyeyê petrol û berhemên petrolê herî zêde bi 1 milyon û 508 hezar û 282 ton ji Rûsyayê hawirde kiriye,lê 645 hezar û 346 ton ji Iraqê hawirde kiriye.

Tê payîn ku hawirdekirina petrolê ya Tirkiyeyê di Adar û Nîsanê de ji ber rawestandina zeviyên petrolê yên li Herêma Kurdistanê û şerê Îranê hîn bêtir kêm bibe.

Kanal8

16/04/2026