DI 2026AN DE KUŞTINA JINAN Û MIRINÊN BIGUMAN ZÊDE DIBIN

Sidar Basut 20/04/2026

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya herî dawî eşkere kir. Li gorî daneyan, di meha Adarê de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 31 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin û 33 jin jî bi awayekî biguman mirî hatine dîtin.

Platforma Em ê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) rapora xwe ya herî dawî eşkere kir.

Li gorî daneyan, di meha Adarê de li Tirkiyeyê û Parêzgehên Bakurê Kurdistanê 31 jin ji aliyê mêran ve hatin kuştin û 33 jin jî bi awayekî biguman mirî hatine dîtin.

Di Çileyê de 22, di Sibatê de 23 û di Adarê de jî 31 jin hatin kuştin. Di van sê mehên pêşîn de hejmara mirinên bi guman jî gihişt 76an. 

Hevseroka KESKê Ayfer Kaçakê diyar kir bikaranîna çekan û gihiştina çekan di dema vê desthilatdariyê de bi awayekî berbiçav zêde bû û got, “Ev bi salan e em dibêjin ku ev encama polîtîkayên ewlehîparêz û polîtîkayên ji bo guhertina civakê ne. Di vê welatî de karker, jin û beşên fireh ên civakê xwe bêqîmet hîs dikin. Ev bêqîmetkirin, di nav hemû civakê de rizîbûnekê ava dike. Û berdêla vê rizîbûnê jî herî zêde karker, jin û xizan didin.”

Parastvanên mafên jinan destnîşan dikin ku mirinên bi guman bi piranî di bin navê "ketina ji balkonê" an jî "xwekuştinê" de têne veşartin.

Xwendekara bi navê Zehra Gumuşê jî got, sedema zêdebûnê tenê bi faktorên kesane ye û pirsgirêkek e sîstematîk e û got, “Di vê sîstemê de gelek hêman hene ku tundiyê zêde dikin.”

Li gorî raporê di  gelek bûyeran de, kujer an hevjîn, an bav, an jî birayên jinan in. Beşek ji jinan jî ji ber "sedemên aborî" wekî hincet hatine nîşandan, lê hat diyarkirin ku ev tenê sergirtina tundkariya mêr e.

Sidar Basut

20/04/2026