BARRACK: KIRÎNA F-35AN JI ALIYÊ TIRKIYEYÊ VE DI BERJEWENDIYA NATO’YÊ DE YE

Kanal8 23/04/2026

Balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê û Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê Kar û barên Sûriyeyê Tom Barrack bang li welatê xwe kir ku balafirên şer ên F-35 bide Tirkiyeyê, û diyar kir Tirkiye hevalbendek girîng a welatê wî ye

Balyozê Amerîkayê yê li Enqereyê Tom Barak ji Focus Newsê re got ku vegera Tirkiyeyê bo projeya hilberandin û bidestxistina F-35 di berjewendiya xurtkirina NATOyê de ye.

Barrack derbarê pirsgirêkên ku piştî kirîna S-400 a Rûsyayê ji aliyê Tirkiyeyê ve got, “Tirkiye hevalbendek pir girîng a Amerîkayê ye, lê ji ber pirsgirêka S-400, têkilî ber bi aliyekî xirab ve çûne ku Rûsyayê jê sûd wergirtiye.”

Barrack, ku di heman demê de nûnerê taybet ê welatê xwe yê li Sûriyê ye, got ku meseleya S-400 dikare li ser bingeha têkiliyên xurt ên di navbera Donald Trump û Recep Tayyip Erdogan de were çareserkirin.

Ev şîroveyên Barrack di demekê de tên ku Amerîkayê cidî ye ku ji ber kirîna pergala parastinê ya S-400 a Rûsyayê, balafirên F-35an venegerîne Tirkiyeyê.

Tê zanîn ku Tom Barrack bi berdewamî li herêmê bi taybetî li Sûriyeyê piştgirîya siyaseta Tirkiyeyê kiriye.

Roja Çarşemê, Wall Street Journal ragihand ku divê balyozên Amerîkî polîtîkayên welatê xwe biparêzin, ne polîtîkayên welatê ku ew lê ne û divê ev rastî ji Tom Barrack re were bibîranîn.

Kanal8

23/04/2026