KAMPANYAYEK JI BO YPJ'YÊ HAT RAGIHANDIN

Kanal8 26/04/2026

Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava ji bo piştgiriya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û beşdariya wê di wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de kampanyayek da destpêkirin.

Puxteya daxuyaniyê wiha bû:

"Em, wek Platforma Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan li Rojava, destpêkirina kampanyayeke piştgiriya Yekîneyên Parastina jin, bi durûşma, "Em tev YPJ' ne'' û  "YPJ'ê nûnertiya me ye " radighînin û daxwazên me ev in:

1-Naskirina YPJyê wekî hêzek leşkerî birêkûpêk di nav Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de.

2- Parastina pêkhateya YPJyê wekî beşek yekgirtî ji pergala parastina Sûriyeyê ya taybet bi herêmên Rojava.

3-Parastin û sepandina destkeftiyên jinan li Rojava ku jinên Kurd û Sûriyeyî li herêm û cîhanê wergerandiye mînakeke pêşeng.

4- Serbestberdana girtiyên jin, radestkirina cenazeyên şehîdan û eşkerekirina çarenûsa jinên winda û çarenûsa wan ne diyar.

5-Em bang li hevpeymaniya navnetewyî û hêzên bi bandor dikin ku  biştgirî bidin beşdarîkirina Yekîneyên  Parastina Jin (YPJ) di pergala Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê de û naskirina statuya wan.

6-li ser asaê ku danezana makezagon a Sûriyeyê tu bendek ku xizmeta leşkerî bi mêran sînordar bike nagire nav xwe, derfet dide xurtkirina beşdariya jinan di saziyên leşkerî û ewlehiyê de.

Li ser vî asasî, em girîngiya garantîkirina rola jinan û rêxistinkirina beşdariya wê di nav formasyonên jinan ên pispor yên wekî YPJyê, de li gorî prensîbên wekhevî û necudakariyê, tekez dikin.

Em bang li tevahî tevger, rêxistinên jinan û hêzên demokratîk û raya giştî li Kurdistan û cîhanê dikin ku piştgirî bidin hemleya me û li kêlek YPJyê ku bûye sembola berxwedan parastina azadiya jinan û sepandina aştî û demokrasiyê rawestin. Her wiha em bang li tevahî ragihandin û medyaya navneteweyî dikin ku piştgirî bidin vê kampanyayê ku wek dengê têkoşîna azadiya jinan ye.

YPJ ne tenê şervan in; belê ew hilgirên ala azadî û wekheviyê ne. Beşderbûna wan di nav artêşa Sûriyeyê de gavek pêwîst e ji bo zêdekirina beşdariya jinan di saziyên dewletê de û ji ezmûna berfireh a ku van şervanên jin di salên şer de berhev kirine, sûdwergirin, bi ermanca avakirina saziyek parastina neteweyî ku cihêrengiya civaka Sûriyeyê û qurbaniyên keç û lawên wê nîşan dide.

Bijî Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), sembola rûmet û têkoşînê.

Kanal8

26/04/2026