TEMEL: DU-SÊ MEH IN TI GAV NEHATINE AVÊTIN
Kanal8 27/04/2026
Cîgirê Hevserokê DEM Partiyê Tayîp Temel got ku partiya wî li bendê ye ku di destpêka meha bê de çend civînên girîng û biryardar li ser pêvajoyê hebin.
Temel di hevpeyvînekê de got, “Heta niha hêvî hebûn ku gavên girîng werin avêtin, lê du-sê meh in ti pêşveçûn çênebûye.”
Cîgirê Hevserokê DEM Partiyê di berdewamiya axaftina xwe de wiha pê de çû: Em li bendê ne ku di destpêka Gulanê de rêze civînên girîng û biryardar werin lidarxistin û pêvajoya rawestiyayî ji nû ve dest pê bike.
Tayîp Temel derbarê hevdîtinên Şandeya Îmraliyê ya bi Abdullah Ocalan re jî wiha got: Beşek ji hevdîtinên şandeya Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re li ser danûstandinan e û beşa din jî li ser tiştê ku ji raya giştî re were gotin e.
Kanal8
27/04/2026