SARIYA EFRÎN: HIKÛMETA SÛRIYEYÊ NE TENÊ YPJ'YÊ, LÊ HEMÛ JINAN QEBÛL NAKE
Fermandara Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Sarya Efrîn der barê mijara entgerekirina YPJyê, geşedanên dawî û kampanyaya piştgiriyê, ji Rojava TV re axivî û got: "Me bi Şamê re li ser entegrekirina Yekîneyên Parastina Jinan di nav artêşê de di nav herêmên Rojava de nîqaş kir."
Efrîn di nav axaftinên xwe de behsa mijara neqebûlkirina jinan kir û got: "Neqebûlkirina Hikûmeta Şamê ne tenê bi Yekîneyên Parastina Jinan ve sînordar e, lê jinan bi giştî qebûl nake. Divê mafên jinan di destûra bingehîn a Sûriyeyê de werin garantî û bicihkirin."
Behsa mijara nîqaşên civîna xwe ya bi Şamê re jî kir û got: "Mijara girtiyan yek ji mijarên herî giring bû ku di civîna dawî de hate nîqaşkirin. Şam bi berdewamî rê li ber vegera kesên koçber digire."
Behsa kampanyaya ûiştgiriya YPJyê kir û got: "Em spasiya hemû jinên cîhanê dikin ku beşdarî kampanyaya piştgiriya yekîneyên me, YPJ, bûn."
Amaje bi wê yekê kir ku "Hin alî hewl didin şerekî di navbera civakên Kurd û Ereb de gur bikin û pevçûnan derbixin. Em ê li ser rêya şehîdên xwe bimînin û em ê bi doza xwe ve girêdayî bi pêş de herin."
30/04/2026