MIT: AMADEKARIYÊN VEGERA ENDAMÊN PKK'YÊ DEST PÊ KIRINE
Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê (MIT) ji bo vegera endamên PKKyê yên ku dê çekên xwe deynin, dest bi amadekariyên teknîkî kiriye û ji bo vê proseyê dê mekanîzmeyeke piştrastkirinê were avakirin.
Rojnameya Tirkiyeyê di nûçeyeke xwe de, Serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyeyê MITyê, Îbrahîm Kalin, tevî birêveberiya Partiya Dad û Geşepêdanê AK Partiyê civiyaye û der barê çawaniya vegera endamên PKKyê, rewşa çekên ku dê werin danîn û der barê pêvajoya yasayî ya piştî vegera endaman agahiyan bi par ve kiriye.
Li gor agahiyên civînê, weha tê plankirin, divê endamên PKKyê ku dixwazin vegerin Tirkiyeyê ji mekanîzmaya "piştraskirinê" derbas bibin.
Heman çavkanî diyar kiriye ku birêveberiya AK Partiyê tevî wê yekê ye, ku ji bo destpêkirina guhertinên yasayî divê destpêkê çekdanîna PKKyê were piştrastkirin.
Li gor nûçeya Rojnameya Tirkiyeyê, daxuyaniya berya çend rojan a Murad Karaliyan jî rastî bertekên DEM Partiyê û Îmraliyê hatiye û hin çavkaniyên ji nava DEMê ragihandine ku gotina rawestandina Pêvajoyê dûrî rihê Pêvajoyê ye û rewşa ku heye dibe weke "xitimandin" were binavkirin.
03/05/2026