HÎLALÎ: ME LI SER NEXŞERÊYEKE ZELAL LI HEV KIR

Kanal8 06/05/2026

Birêveberiya Medyayê ya Parêzgeha Hesekê daxuyaniyên Berdevkê Şandeya Serokatiya Sûriyeyê bo pêkanîna peymana 29ê Çileyê û Cihgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed Hîlalî belav kir, ku tê de behsa çareserkirina gelek mijaran kiriye.

Berdevkê Şandeya Serokatiya Sûriyeyê Ehmed Hîlalî behsa civînên dawî kir û got: "Piştî hevdîtina di navbera Ziyad Ayiş, nûnerê Serokatiyê bo pêkanîna peymana 29ê Çileyê û Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û Mezlûm Ebdî de, pêkanîna peymana entegrasyonê li Parêzgeha Hesekê ketiye qonaxeke nû û bi pêş ve çûye. Ji bo derbaskirina astengiyên ku di qonaxa berê de hatine dîtin, li ser nexşerêyeke zelal li hev hat kirin.

Behsa mijara Qesra Dadê kir û got: "Qesra Dadê ya bajarê Hesekê dê roja pêncşema bê ji nû ve were vekirin û dadwer dê ji nû ve dest bi erkên xwe bikin. Encûmena Dadê ya Bilind dê dest bi dîtina karmendên berê yên ku wekî "Encûmena Dadê" dihatin nasîn bike. Pisporên yasayê dê werin nirxandin û kesên jêhatî dê ji bo erkên dadwerî werin destnîşankirin, ên din jî dê di Peymangeha Dadê ya Bilind de werin qeydkirin. Her wiha ev gav dê bi vekirina Qesra Dadê ya bajarê Qamişloyê re, bi şopandina heman mekanîzmayê, werin temamkirin."

Hîlalî behsa mijara berdana dîlan kir û got: "Çend rojên bên, dê bi sedan girtî werin berdan, ku ev mijar hevdemî wergirtina tevahî girtîgehan e ku dê Wezareta Karên Hundir wan bi rê ve bibe."

Hîlalî behsa dadgehan kir û got: "Dê Wezareta Dadê hemû dadgehan veke û ji nû ve çalak bike û vekirina dadgehan bandoreke rastrast li jiyana welatiyan bike.

Di dawiya daxuyaniya xwe de behsa entegrasyonê kir: "Pêvajoya entegrasyonê li gorî planeke zelal û di bin çavdêriya rasterast de berdewam dike û tiştê ku heta niha hatiye bidestxistin gaveke giring e û rê li ber vegera rola saziyên dewletê li parêzgehê vedike."

Kanal8

06/05/2026