SIRRI SAKIK: LI NAVÇEYÊ GELEK KARMENDÊN DEWLETÊ DIJATIYA KURDAN DIKIN

Kanal8 08/05/2026

Parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sakik, der barê binpêkirinê karmendên hikûmetê yên ku li Bakurê Kurdistanê ku dijminatiya Kurdan dikin gotarek pêkêş kir.

Sakik ragihand ku "Heger di rastiyê de Dewlet dixwaze bi Kurdan re aştiyê pêk bîne, divê ew karmendên xwe yên nijadperest ji navçeyên Kurdan dûr bixe."

Di gotara xwe ev got: "Li vê derê bangawaziyeke min ji bo desthilatê heye. AK Partî bi rastî heger hûn dixwazin bi Kurdan re aştiyê pêk bînin, wê demê hûn mecbûr in wê rêyê paqij bikin, ji ber ku karmend û burokratên dewletê yên li navçeyê dijminatiya Kurdan dikin, divê beriya her tiştî hûn wan kesan ji navçeyê dûr bixin."

Sakik pê de çû û got: "Binêrin, we Qaymaqamek ji navçeya Diyadînê re şandiye. Lê wî sond xwariye ku ew dijmintiya Kurdan bike. Di demsala zivistanê de, mirov dimirin, ew dibêje "ez kapçeyê (trêks) nadim da ku gor were kolandin. Heta carinan jî Polîsan bi xwe re dibe û diçe kepçeyan radiwastîne û sizayan li xelkê dibire.

Di dawiya axaftina xwe wiha got: "Ji Amedsporê re dibêje terorîst. Herî dawî çûye fişarê li Meleyê Mizgeftê dike, divê di mizgeftê de zimanê Kurdî neyê axaftin."

Kanal8

08/05/2026