KARASU: JI 27Ê ADARÊ VE LI ÎMRALIYÊ HEVDÎTIN NEHATIYE KIRIN

Kanal8 12/05/2026

Endamê Konseya Rêveber a KCKyê Mustafa Karasu got, "Nenaskirina statuya fermî ya Rêber Apo dê bê wateya nenaskirina Kurdan."

Endamê Konseya Rêveber a KCKyê Mustafa Karasu beşdarî bernameya taybet a li Medya Haber TV’yê bû û geşedan û pêşhateyên di rojevê de nirxandin.

Karasu derbarê pêvajoyê de da diyarkirin ku bendewariyên wan ji vê pêvajoyê heye û got, “Em dixwazin ev pêvajo li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê bigihêje encamekê.”

Statuya Ocalan

Mustafa Karasu derbarê statuya Ocalan jî wiha pê de çû: Mijara statuya Rêber Apo gelekî girîng e. Di vir de eger nêzîkatiyeke rast neyê kirin, ev ê bê wê wateyê; xuya ye feraseta sed salî, înkarkirina Kurdan, nedîtina muxatabiya Kurdan, tinehesibandina Kurdan dewam dike. Nenaskirina îradeya siyasî ya Kurdan dewam dike. Ev wê bê vê wateyê.

Lewma, baş e di destpêkê de hevdîtin hatin kirin, nîqaş hatin kirin, dibin. Piştî ku pêvajo gihîşt nuqteyekê nenaskirina statuya fermî ya Rêber Apo, muxatabnedîtina rêveberê van hevdîtinan wê bê wateya nenaskirina Kurdan. Nenaskirina îradeya siyasî, hebûnê û qebûlnekirina muxatabiyê. Yanî bê vê wateyê; diyar e ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de nêzîkatiyeke rast nîne. Ji ber vê em girîng dibînin. 

"Bi sedemên cuda hevdîtin nehatiye kirin"

Karasu da diyarkirin ku demeke dirêj e bi Îmraliyê re hevdîtin nehatiye kirin û got, “Ji 27ê Adarê û vir ve hevdîtin nebûye. Bi sedemên cuda hevdîtinê nadin kirin. Ma bi vî rengî dibe? Nêzîkatiyeke bi vî rengî ya ji rêzê ya li pêvajoyê dibe? Nizanim ji ber çi hevdîtin nehate kirin. Bi vî rengî nabe. Ma ev lîstikek e? Îro wê hevdîtinê bike, sibe neke. Eger pêvajoyek heye, eger nêzîkatiyeke cidî heye, eger tê xwestin ku ev mijar bê pêşvebirin wê demê astengkirina hevdîtinên bi Rêber Apo re, peydakirina hincetan rast nîne. Divê ev yek bê terikandin. Yanî pêwîstî bi nêzîkatiyeke cidî ya li bûyerê heye. Em dibihîzin ku nizanim ji ber çi gotine pêwîstî bi hevdîtinê nîne. Heyet nebirine. Me got, ev çi ye? Ev çi nêzîkatî ye? Herhal, di demeke nêz de dibe ku hevdîtin jinûve destpê bike.”

Kanal8

12/05/2026