ŞEYBANÎ: BI RÊYA AMERÎKAYÊ EM DANÛSTANDINÊ BI ISRAÎLÊ RE DIKIN

Kanal8

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî dema lidarxistina ‘Foruma Kordînasyona Hevkariyê ya di navbera Yekîtiya Ewropayê û Sûriyeyê de" ku li Brukselê, ji Euronewsê re axivî.

Şeybanî anî ziman ku Îsraîlê ji 8ê Çileya 2024an vir ve gefên xwe li ser aramiya Sûriyeyê û armancgirtina binesaziya leşkerî û sivîl bi behaneyên qels û nepêbawer ranewestandine. Şeybanî got "Sûriye aştiyê dixwaze, ne ku asayîkirina rewşê."

Şeybanî diyar kir ku Şam bi navbeynkariya Amerîkayê bi Îsraîlê re danûstandinan dike û hêvî kir ku danûstandin bibin eêya peymaneke aram û berfireh ku rêzê bide serdestiya Sûriyeyê.

Şeybanî her wiha anî ziman ku Sûriye dixwaze lihevkirineke ewlehiyê bi Îsraîlê re çêbibe ku rêzgirtina serweriya herdu aliyan misoger bike û aramiyê biparêze û got “Sûriye asayîkirina rewşê bi hêza çekê yan bi fişarên siyasî qebûl nake." Her wiha ji Îsraîlê xwest ji xaka Sûriyeyê ku ji sala 2024an ve ketiyê, vekişe.

Kanal8

Wed May 13 2026

Loading related news...