HATIMOGULLARI: PEYWENDIYÊN DI NAVBERA ENQERE Û QANDÎLÊ DE QUT NEBÛNE
Kanal8 16/05/2026
Der barê hevdîtinên di navbera Tirkiye û Qendîlê û ragihandina nexşeya veguhêzê de, Hevseroka DEM Partiyê Hatimogullariyê got: "Hevdîtinên di navbera aliyan de nehatine birîn. Ev ê di herêmê de gaveke stratejîk be."
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimoglu ji Ilke TVyê re got: "Ez hêvî dikim ku nûçeyên li ser hevdîtinan û ragihandina nexşeya veguhêzê werin piştrast kirin. Divê yasayek û çarçoveyeke berfireh were danîn ku qonaxa bêçekkirinê jî tê de hebe û heger naveroka yasayê qels be, ew ê bi ser nekeve."
Der barê serdana fermandarê HSDyê Mezlûm Ebdî ya ji Tirkiyeyê re, Hevseroka DEM Partiyê got: "Ez hêvî dikim ku ev serdan gaveke pêşdetir be. Ev ê ji bo Tirkiyeyê gaveke stratejîk be û di xizmeta aştiya herêmî de be.
Kanal8
16/05/2026