ŞERI Û BARRACK CIVIYAN

Kanal8 16/05/2026

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şeri îro li Qesra Gel a Şamê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack kir.

Li gorî serokatiya Sûriyeyê di hevdîtinê de, Ehmed Şeri û Tom Barrack li ser pêşketinên dawî yên li Sûriyeyê û herêmê axivîn.

Her wiha hat ragihandin, Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê, li ser rêyên pêşxistina hevkariya aborî ya di navbera Sûriyeyê û Washingtonê de jî axivîn.

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî jî beşdarî civînê bû.

Kanal8

16/05/2026