LI GORÎ RAPIRSIYEKÊ DENGDERÊN TIRKIYEYÊ JI RÊVEBERIYA WELAT NERAZÎ NE

Kanal8 17/05/2026

Li gorî rapirsiyeke ku bi dengderên Tirkiyê re hatiye kirin, ji sê pişkan du pişk ji dengderan dibêjin, Tirkiye bi başî nayê birêvebirin.

Şîrketa lêkolînan a Ank–Arê derbarê çawaniya birêvebirina Tirkiyê ji aliyê Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Partî), di nava dengderan de rapirsiyek pêk anîn û encameke balkêş derket holê.

Li gorî rapirsiyê, ji sedî 26.3 dengderan dibêjin Tirkiye bi xirapî tê birêvebirin û ji sedî 40.3 jî dibêjin, Tirkiye gelek nebaş tê birêvebirin.

Her wiha ji sedî 55.7ê dengderên AK Partiyê dibêjin, rêveberiya wan başe, lê ji sedî 40ê dengderên heman partiyê rêveberiya welatê xwe napejirînin.

Ji sedî 52.7ê dengderên MHPê bi erênî û ji sedî 41.8ê dengderên heman partiyê jî bi neyênî li rêveberiya welat dinêrin.

Rêjeya herî nerazî ya dengderan jî di nava CHP û Îyî Partiyê de ne ku ji sedî 90.4ê dengderên CHP û ji sedî 91.8ê dengderên Îyî partiyê dibêjin rêveberiya AK Partiyê bi başî welatê wan birêve nabe.

Li gorî anketê, dengderên Partiya DEMê jî ku piraniya wan kurdin bertek nîşanî rêveberiya niha ya Tirkiyê dane û ji sedî 78.6ê dengderên partiyê diyar dikin, AK Partî gelek bi xirabî Tirkiyê birêve dibe.

Ev yek di demekî de ye ku partiyên muxalefetê dibêjin, ji ber rêveberiya xirab a welat, divê hilbijartinên pêşwext werin kirin, lê tifaqa cumhur ya AK Partî û MHPê, li dijî hilbijartinên pêşwexte.

Kanal8

17/05/2026