BAHÇELÎ: DIVÊ JI ABDULLAH OCALAN RE STATUYEKE CIVAKÎ WERE DAYIN

Kanal8 18/05/2026

Devlet Bahçelî ragihand, ji bo zêdekirina bandoriya Abdullah Ocalan li ser rêxistinê divê mekanîzmayek bê avakirin, her wiha girtîbûna wî berdewam bike, lê statuyeke civakî jê rê bê dayin.

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî ji bo rojnameya Turk-Gunê ragihand, di pêvajoya Tirkiyeya BêTeror de pêdivî bi pêngavekî nû heye û got,  di pêvajoyê de ji bo ku tiştên tên gotin werin bicihanîn divê peywendiyeke baş hebe, ji bo vê yekê jî di qonaxa nû de divê nexşerêyeke nû were amade kirin û mekanîzmayên nû werin avakirin.

Devlet Bahçelî diyar kir, ji bo ku biryarên li ser rêxistinê werin bicihanîn divê mekanîzmayên pêdivî werin avakirin, her wiha divê saziyên dewletê jî ji bo çavdêrîkirina pêngavan werin erkdar kirin.

Serokê MHPyê derbarê mijara kordînatoriyê jî got, di qonaxên hilweşandina rêxistinên terorê de, gelek caran serok û rêberên nû derdikevin pêş û dibe sedem ku rêxistin car din xwe organîze bikin û dazanîn, ji bo pêşî girtin li vê yekê divê muxatab bi awayeke eşkere û zelal were diyar kirin.

Her wiha got, di vê çavçoveyê de, digel wê yekê ku girtîbûna Ocalan berdewam bike, lê divê ji wî re statuyeke civakî were dayin û ev yek dê bibe sedem ku çekdanîna endamên rêxistinê bi awayeke tendirust birêve biçe û diyar kir, dikarin ji statuya Ocalan re bêjin, Kordînatoriya Siyasîbûnê û Pêvajoya Aştiyê.

Bahçelî derbarê bergeha statuya kordînatoriyê jî got, kordînatoriya Abdullah Ocalan heta xwe hilweşandina rêxistinê sînordar e, di vê çarçoveyê de jî, kordînatorî serok û nûnertiya kurdan, parêzvanê mafên wan li xwe nagire.

Kanal8

18/05/2026